Li Erdogan pirsa 'Çend ciwan çûn Sûriyê?'

Li Erdogan pirsa 'Çend ciwan çûn Sûriyê?'

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan pirsî, 'Daneyeke heye ku çend ciwan çûne Sûriyê?'

Tanrikûlû bi daxwaza bersiva nivîskî ya Serokwezîr Erdogan pêşniyarpiresk pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir û got, "Tê îdîakirin ku komên El Qaîde, El Nûsra, Ashar Es Şam û alîgirên Esad, ji Semsûr, Çewlik, Êlih, Riha, Amed û Bêdlisê ciwanên ji 18 heta 30 salî, ji bo cîhadê bi pereyan ji ser Kîlîs, Hatay û Rihayê bi komên ji 15 kesan dibin Sûriyê. Tê îdîakirin ku ji Semsûrê nêzî 160 kes derbasî Sûriyê bûne. Tê îdîakirin ku gelek malbat ji bo zarokên xwe werbigirin çûne Sûriyê; hin malbatan di berdêla fîdye de zarokên xwe wergirtine, hin malbat jî bêyî zarokên xwe bibînin vegeriyane."

Tanrikûlû di van mijaran de agahî xwest: "Ev îdîa rast in? Di vî warî de ti gilî li gel Walîtî yan jî Muduriyetên Emniyetê hatine kirin? Eger hatibin kirin, ji bo van giliyan çi hewldan hatine kirin? Daneyeke heye ku çend ciwan çûne?

Ji bo ev ciwan ji bo cîhan an jî pereyan biçin Sûriyê, divê bên qanihkirin. Li bajarên mijara gotinê kîjan kom û rêxistinbûyîn ciwanan rêxistin û qanih dikin? Di vî warî de karê îstîxbaratî hatine kirin? Di vê der barê de çi agahî hene?

Di nava du salên dawî de çend welatiyên me derbas bûne? Di pevçûnên du salên dawî yên li Sûriyê de çend welatiyên Tirkiyê birîndar bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane? Ji miriyan çend jê endamên rêxistinê ne? Ti tedbîrên Wezareta Karên Derve di vî warî de hene? Eger hebin ev tedbîr çi ne?