Li Erdîşê piştgiriya bo çalakiya greva birçîbûnê
Li Erdîşê piştgiriya bo çalakiya greva birçîbûnê
Li Erdîşê piştgiriya bo çalakiya greva birçîbûnê
TUHAD-DER'ê li navçeya Erdîşê ya Wanê xwest ku demildest ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bibe şer bên sererastkirin û banga hestiyariyê kir.
Nûnertiya TUHAD-DER'ê ya Erdîşê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya 33 rojin li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê pêk dê li Parqa Zîlan daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankaretên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Yê şer qezenc bikin û aştiyê winda bikin tunene" hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê TUHAD-DER'ê yê Erdîşê Fevzî Can daxuyanî xwend. Can, diyar kir ku di pêvajoya aştiyê ya ku nîqaşên girtiyên siyasî serbest bên berdan pêk tên li Girtîgeha Tekîrdagê ji ber binpêkirinên mafê mirovan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û wiha got: "Li girtîgehan rewşa girtiyan hatin ber mirinê û rayedar vê yekê nabînin nayê fêmkirin."
Can, anî ziman ku bi destpêka pêvajoya aştiyê ji Tirkiyeyê re tu cenaze nehatin û hinek hêz li hemberî vê pêvajoyê bêtahemûl e. Can, da zanîn ku di pêvajoya aştiyê de ya dikeve ser milê PKK'ê bi cih anî û wiha axivî: "Li girtîgehan 416 girtiyên nexweş hene. Rewşa van 416 girtiyan her diçe giran dibe. Ji wan girtiyan di serî de Avnî Uçar û 8 kesên din her roj ber bi mirinê ve diçin. Ligel raporên saziyên Tipa Edlî dibêjin ev girtî nikarin di girtîgehan de bimînin hêj serbest nehatine berdan. Em li vir bang li hikûmetê dikin. PKK'ê duh banga paşvekişandinê da û divê li hemberî vê yekê ji girtiyên nexweş serbest bên berdan." Piştî daxwazên girtiyan hatin xwendin çalakiya rûniştinê pêk hat.