Li Enqereyê Tûrgût Oker hate destgîrkirin

Serokê Damezrîner ê AABK‘ê û Parlamenterê berê yê HDP‘ê Tûrgût Oker, li Enqerê ji aliyê polisan ve hat destgîrkirin.

Serokê Damezrîner ê Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK) û Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûrgût Oker, li Enqerê ji aliyê polisan ve hat destgîrkirin. Hat hînbûn ku ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya Semsûrê ve lêgerîna wî hebûye û ji aliyê polisên Midûriyeta Polisan a Navçeya Çankayayê ve hatiye destgîrkirin.

Piştî îfadeyên xwe yên li midûriyeta polîsan wê sewqî edliyeyê bê kirin.