Li Enqereyê jin ji bo Colemêrgê di nobetê de ne

Çalakiya nobetê ya ji aliyê Patforma Jinan a Enqereyê ve li ber Şaredariya Çankayayê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin, di hefteya duyemîn de berdewam dike.

Li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê bi dirûşmeya “Jin ji bo Colemêrgê di nobetê de ne” çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî di hefteya duyemîn de berdewam dike. Jinên li ber Şaredariya Çankayayê hatin ba hev, pankartên “Jin ji bo Colemêrgê di nobetrê de ne” hildan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Colemêrgê” berz kirin.

Li ser navê platformê Fatma Tûlûm Eryoldaş axivî. Eryoldaş anî ziman ku desthilatê ji têkçûna xwe ya hilbijartinên xwecihî ders negirtiye û got: “Gelê Wanê bi berxwedana xwe polîtîkaya desteserkirinê têk bîr. Desthilat li dewsa pirsgirêka Kurd çareser bike, qeyûman tayîn dike û pirsgirêka Kurd kûrtir dike. Bila hikûmeta AKP baş bizane ku nikarin qeyûm tayînî vîna jinê bike. Hevşaredarî xeta me ya mor e û em ê timî biparêzin.”

Eryoldaş, li dijî desterkirinê banga geşkirina têkoşîn kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berdewam kir.