19’ê Kanûnê li ODTU’yê ji ber ku xwendekaran Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan protesto kirin û rastî êrîşa hişk ya polîsan hatin, bi hemwext li ser malên xwendekaran de girtin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 7 xwendekar hatin binçavkirin.
Polîsên AKP’ê vê sibehê li dijî xwendekaran operasyonek dane destpêkirin û di ser dehan malên xwendekaran de girtin.
Heya niha hêjmara xwendekarên hatine binçavkirin zelal nebûye. Lêgerîn didomin. Li gorî agahiyên destpêkê 4 xwendevanên kovara Kaldiraç, yek ji Muxalefeta Ciwana, yek SGD’yî û yek jî endamê civata xwendekarên ODTU’yê bigiştî 7 xwendekar hatin binçavkirin.
Li mala ji xwendevanên kovara Kaldiraç Mert Atmaca, Mustafa Bozkurt, Hasan Koç û Huseyîn Koç lêgerîn hêjan didome.