Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê çalakvanên ku li ser rêyên Dîkmen û Kennedy ji bo piştgiriya berxwedana Parka Gezî kombûn, polîsan êrîş kir û di encama êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin.
Protestovanên ku şeva din li ser her du rêyan kombûn û bi slogana “Her der Taksîme, her der berxwedane” çalakî pêkanîn. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakiyê kir, bitaybet li ser rêya Dîkmenê pevçûnên dijwar rû dan.
Bi hezaran kesên li ser rêya Dîkmenê kombûn û bend danîn, li hember êrîşên polîsan berxwedan û pevçûnan 5 demjimêran domkir.
Polîsên ku li semtê teror kirin, pir zêde bombeyên gazê bikaranîn, herwiha kesên di malên xwe de jî bertek nîşanî polîsan dan, polîsan bi TOMA’yan ava şid avêt malên wan.
Ber banga sibehê çalakvan çûn malên xwe, hate ragihandin ku polîsan li kolanan gelek kes binçavkirine.