Li Enqereyê der heqê berxwedana Gezî de 6 dozên cuda
Li Enqereyê der heqê berxwedana Gezî de 6 dozên cuda
Li Enqereyê der heqê berxwedana Gezî de 6 dozên cuda
Li Enqereyê dozgeriyê der barê 137 kesên ku di dema berxwedana Parka Gezî de tevlî xwepêşandan û çalakiyan bûn, 6 doz dan destpêkirin.
Dozên ku pêştir Dozgeriya Çapemeniya Enqereyê di derbarê 35 kesên ku di 16’ê Hezîranê de li Kizilay tevlî merasîma bîranîna Ethem Sarisuluk yê ku bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dayî buyîn şûnda, li ser hev doz hatin vekirin. Dozgeriyê di derbarê 137 kesên ku li cihên weke Kizilay ya Enqerê, Cadeya Kennedy, Dikmen û Tuzluçayir beşdarî çalakiyan bûne, 6 gilînameyên cuda amade kir. Her şeş gilîname ji dadgehên cuda re hatin şandin. Di gilînameyan de li gorî qanûna bi hejmara 2911 a li dijî qanûna meş û xwepêşandanan derketine, ne hiştine wezîfedarên dewletê erka xwe bicih bîne û zerar dane malê gelemperiyê, tê xwestin ceza bê dayîn.
Yên ku tev li çalakiyên 1’ê Hezîranê jî bûn, dozgeriyê dosyeyên 500 kesan amade kirin. Dozgerî wê di rojên pêş me de di derbarê van 500 kesan de dozê vebike.