Li Enqereyê 44 saziyan gotin: Ev rê rêya faşîzmê ye!

Li Enqereyê 44 partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên pîşeyî dagirkeriya qeyûm şermezar kirin û gotin, "Ev rê rêyeke xitimiye, rêya faşîzmê ye."

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li Enqereyê 44 saziyên pîşeyî, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Civîna çapemeniyê li Odeya Tabîban a Enqereyê pêk hat û nûnerên saziyan tevlî bûn.

'CIHÊ ŞERMÊ YE; LI DIJÎ BIRATIYÊ YE'

Serokê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban Vedat Bûlût bi navê saziyan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman li sê bajaran di siyaseta nêz a Tirkiyeyê de deqeyek rêz û tarî ye. Her wiha diyar kir ku ev biryara ku desteserkirina îradeya hilbijêrane di heman demê de biryareke siyasî ye.

Vedat Bûlût got, "Eger li Tirkiyeyê tevlîbûna li merasîmeke cenaze, li dawetekê zor û zehmet be hingî ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şerm e, wê weke şermekê li dîrokê bê nivîsandin. Têkbirina baweriya gelê herêmê ya bi demokrasiyê li dijî feraseta wekhevî, biratî û aştiyê ye. Di demokrasiyê de mijara sereke hurmeta li sazî û kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin e."

'LI PÊŞBERÎ ÎRADEYA GEL BI HURMET BIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêdengiya li pêşberî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê tê wê wateyê ku sibe li Stenbol an jî devereke din qeyûm bê tayînkirin wê bê pejirandin. Ev rê rêya xitimandî ye, rêya faşîzmê ye. Em bang li rêveberên welêt dikin ku dest ji van pêkanînan berdin û li pêşberî îradeya gel bi hurmet bin."