Li Emîne Şenyaşar cezayê pereyan hate birîn

Emîne Şenyaşar ku ji ber qetilkirina malbata xwe di Nobeda Edaletê de ye, bi îdîaya ku "heqaret" li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye, bi cezayê pereyan hate cezakirin.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 808’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê, Nobeta Edaletê li Pirsûsê li mala xwe domand.

Ji ber axaftina Emîne Şenyaşar a di roja 518’emîn a çalakiyê de (9’ê tebaxa 2022’yan), bi îdiaya “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê” kiriye doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate lidarxistin. Parêzerên Şenyaşar Meral Halat, Ayşe Şehrîban Demîrel, Muslum Saraçoglû tev li danişînê bûn.

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzeran, pêvajoya Nobeta Edaletê ku piştî komkujiyê hatibû destpêkirin bi bîr xistin û diyar kirin ku di vê pêvajoyê de malbat rastî gelek astengkirin û lêpirsînan hatiye. Parêzeran, destnîşan kirin ku rewşa delîlan a lêpirsînê bi têr nake ku ceza were dayîn û bal kişandin ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî azadiya fikr, raman û xweîfadekirinê.

Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” 8 hezar TL cezayê pereyan da Şenyaşar û biryara taloqkirina biryarê da.