Li Elmanyayê greva dîrokî: Çûn û hatin hate sekinandin

Li Elmanyayê greveke sendîkayan pêk tê. Grevê bandoreke giran li sektora çûn û hatinê kir.

Sendîkayên EVG û Ver.di pêşengiya grevê dikin. Li Fransayê ligel ku grev pêk tên, li Elmanyayê ev rewş zêde çênabe.

Sendîka dixwazin heqê wan ji sedî 10 zêde bibe. Li gorî Deûstshce Bahnê ya ku şîrketa rêya hesinî ye, li temamê welat seferên trênan û xetên herêmî hatine sekinandin.

Li gelek balefirgehan seferên balefiran jî betal bû. Di nav van de balefirgeha mezin a Frankfûrt û Munîhê jî heye.

Di heman demê de sektorên çûn û hatina li ser behrê, şîrketên taybet ên otobanê û veguheztina herêmî jî ketin grevê.

Li gorî EGV ji destê sibehê de di sektora rêya hesinî de 30 hezar karkeran, kar dane sekinandin.