Li Elmanyayê doza Naziyan destpê kir
Li Elmanyayê doza Naziyan destpê kir
Li Elmanyayê doza Naziyan destpê kir
Doza huceya Nazî Rêxistina Binerdê ya Nasyonalsosyalîst (NSU), ku di rojeva hemû cîhanê de ye, îro danê sibê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Munchen'ê destpê kir. Di dozê de li gel bersûcê sereke Beate Zschaepe 4 kes tên darizandin.
Piştî dadgeha gunehên şer a navnetewî ya Nurnbergê ku di sala 1945'an de destpê kir, doza kampa komkirinê Auschwitz a sala 1963'an li Frankfûrtê hat dîtin û doza milîtanên RAF'ê ya sala 1970'yî, doza herî krîtîk a Elmanyayê, ku tê de rayedarên payebilind ên Nazî tên darizandin, îro destpê kir.
Endamên NSU yên di navbera sal 2000 û 2007'an de bi kuştina 9 penaber û polêsekî tên gunehbarkirin, îro danê sibê yekemcar derketin pêşberî dadgeriyê.
Bersûcên sereke yên dozê Beate Zschaepe, Holger G., Casrten S., Andre E. û Ralf W, bi ewlehiya polêsan bi wesaîtên zirxî hatin dadgehê.
Rûniştina dozê, li pêwendiyeke mezin a çapemeniya cîhanê jî rast hat.
Di dozê de Zschaepe bi endametiya "Rêxistina Terorê" û kuştina 10 kesan tê sûcdarkirin.
Her 4 Neonaziyên din jî bi alîkarîdayîna NSU tên sûcdarkirin.
Tê payîn doz sal û nîvekê dewam bike û li zêdeyî 600 şahidan bê guhdarîkirin.
Di dozê de wê gilînameya Serdozgerê Federal a ji 488 rûpelan bê xwendin.
Doz her weha ji aliyê xizmên qurbanan ve jî tê şopandin.
Di rûniştina yekemîn a dozê de, parêzerê bersûcê sereke Beate Zschaepe serlêdana "reda dadger" kir.
Parêzer Wolfgang Stahl îddîa kir, ku Serokê dadgehê Manfred Gotzl ferman daye ku li ser parêzeran bê lêgerîn, lewma bêalîbûna xwe wenda kirin, ji ber vê yekê xwest dadgerekî nû dadgehê birêve bibe.
Rûniştina dozê li dû navberekê piştî nîvro dewam dike.