Li Elmanyayê di madenê de qeza: 3 mirî

Li Elmanyayê di madenê de qeza: 3 mirî

Li bajarê Ûnterbreîzbach eyaleta Thurîngen a Elmanyayê, ji ber gazê a li kaneke madenê sê karkeran jiyana xwe ji dest dan. Çar karkerên li kanê jî hatin rizgarkirin.

Li bajarê Ûnterbreîzbach eyaleta Thurîngen a Elmanyayê, ji ber gazê a li kaneke madenê sê karkerên  24, 50 û 56  salî jiyana xwe ji dest dan. 

Bûyer danê sibê, 700 metre di binê erdê de rû da.

Rayedarên kargeha xwedî kanê Kali- und Steinsalzproduzenten K+S (Kassel) ragihandin ku di dema teqîna bi kontrol de gaza ji lûleyan derketiye bandorek neyînî li karkeran kiriye û gotin, "Ekîba karkeran ku 3 jê jiyana xwe ji dest dan, karê pîvandina karbondîoksîda piştî teqînan dimeşadin. Lê belê li karbondîoksîneke zêde ya nedihat payîn rast hatin."

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.