Li Elmanyayê bêkarî kêm bû

Li Elmanyayê bêkarî kêm bû

Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Kar a Federal a Elmanyayê ve hat aşkerakirin, hejmara bêkaran a li welêt di meha Îlonê de kêm bûye. Ev kêmbûna bêkariyê, kêmî bendewariyên derdorên aboriyê bû.

Li Elmanyayê, hejmara bêkaran di meha Îlona 2013'an de weke 2 milyon û 849 hezar kes hat diyarkirin. Hejmara bêkaran, par di heman demê de 61 hezar kes zêde bûbû. Li gorî meha Tebaxa 2013'an rêjeya bêkariyê di meha Îlonê de 0,2 pûanan kêm bû û daket rêjeya ji sedî 6,6.

Li gorî pisporan, ev yek kêmî bendewariyan e. Endamê Desteya Rêveber a Saziya Kar a Federal (BA) Heînrîch Alt da xuyakirin ku li bazara qadên kar rewş baş e û hişyarî da ku pirsgirêkên binyatî her diçe zêde dibin.

Heînrîch Alt da xuyakirin ku bêkar nikarin bi têrkerî ji derfetên kar sûdê werbigirin.