Li Elmanya, Skoçya û Fransayê ji bo Rojava çalakî hatin kirin

Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê û li paytexta Skoçya Edînbûrghê ji bo Rojava daketin qadan.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê û li paytexta Skoçya Edînbûrghê ji bo Rojava daketin qadan.

HANNOVER

Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê careke din ji bo Rojava daketin qadan. Di çalakiyê de hewldanên qirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Çalakgeran bi pankart û afîşan bal kişandin ser dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Erdogan terorîst" hatin qîrîn.

Ji çalakgeran Bastîan Strober li qada çalakiyê axivî, nerazîbûn nîşanî bazariya navneteweyî da û destnîşan kir ku Kurd wê bi hêza xwe bi ser bikevin.

EDÎNBÛRGH

Li paytexta Skoçya Edînbûrghê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava şermezar kirin. Çalakî li ber Scottîsh Natînalê pêk hat û belavok hatin belavkirin.

Tevî Kurdan her wiha sosyalîst, hawirdorparêz, komên antî-faşîst û xwendekarên zanîngehê yên Skoç jî tevlî çalakiyê bûn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava 'Nehêle' de li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyek pêk anîn.

Li Marsîlyayê di maça futbolê de ya tîma Strasboûrgê, ciwanan li trîbunan pankarta bi nivîsa "Tu jî ji bo Rojava rabe ser piyan" hildan û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Dîktator Erdogan" û "Rojava bi tenê nîne" qîriyan.

Çalakgeran piştî maçê meşek pêk anîn.