Li Elmanya û Fransayê bernameyên bîranînê
Li Celle ya Elmanya ji bo şervanên enternasyonalîst û li Rouen a Fransayê jî ji bo Şehîdên Gulanê bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Li Celle ya Elmanya ji bo şervanên enternasyonalîst û li Rouen a Fransayê jî ji bo Şehîdên Gulanê bernameya bîranînê hate lidarxistin.
CELLE
Li Celle ya Elmanya şervanên enternasyonalîst hatin bibîranîn. Hevserokê PYD’ê Muslim di bernameyê de got: ‘’Berzkirina bîranînên şehîdan û pêkanîna azweriya wan a azadiyê peywira wan e.’’
Li Celle ya Elmanya şervanÊn Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst bi merasîmeke bi debdebe hatin bîranîn.
Bîranîn ji hêla Tatort Kurdistan, Îvana Hoffman Koma Dostaniyê û Buntes Haus Celle ve hate organîzekirin. Ji Avûstûrya, Kanada, Ingilistanê û Elmanyayê malbata şervanên ku jiyana xwe ji dest dabûn di bernameyê de hazir bûn; her wiha Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, nûnerên KOMAW’ê û bi sedan Elman û Kurdistanî jî hazir bûn.
‘AZAWERIYA WAN PEYWIRA ME HEMÛYAN E’
Muslim bi bîranîna Deniz Gezmiş û hevalên wî dest bi axaftina xwe kir, bal kişande ser hêla navnetewî ya Şoreşa Roajva û rola şervanên enternasyonalîst û got: ‘’ Şoreşa Rojava, şoreşeke wiha ye ku parastina hemû gel, bawerî, rengan dike û di vê rêyê de berdêlên mezin têne dayin. Berzkirina bîranîna van şehîdan û pêkanîna azweriyên wan peywira me hemûyan e.’’
Dayika Îvana Hoffman Mîchela Hoffman got: ‘’Keça min ji bo ku nirxên mirovahiyê biparêze şehîd bû, ez pê şanaz im’’ û ji malbatên dî re got, ‘’hûn jî pê şanaz bin’’
Di bernameyê de li ser navê Kampanyaya Halîm Dener, Rote Hîlfe û KOMAW’ê axaftin hatin kirin, her wiha koma muzîkê ya Lorekka a ji herêma Baskê, koma muzîkê Antînatîonal Embassy û stranbêjê Kurd Serhado û koma Folklorê ya Celle jî hazir bûn.
Di bernameyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin nasandin.
Piştre li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk xwarin hate dayin.
ROUEN
Li Rouen a herêma Normandîe ya Fransayê ji bo Şehîdên Gulanê bername hate çêkirin. Bername bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate çêkirin û pêwendiya gel pir zêde bû. Di platformê de mûm hatin pêxistin, kulîlk hatin danîn û sînevîzyonek hate nîşandan.
Di bernameya bîranînê de wêney^ne Mehmet Karasûngur, Denîz Gezmîş, Hakî Karer, Yûsuv Aslan û Huseyîn Înan hatin nîşandan.