Li Elmanya û Fransa aktivîteyên 4’ê Nîsanê

Li Elmanya û Fransa bi boneya rojbûna Ocalan aktivîte berdewam dikin.

Li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê û bajarê Roûen ê Fransayê, bi boneya 67’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktivîte hatin lidarxistin. Di axaftinê di aktivîteyê de bal hat kişandin ku 4’ê Nîsanê di heman demê de ji nû ve jidayikbûna Kurdan û bi taybet jinên Kurd temsîl dike. Peyamên “Divê em bi têkoşînê re bibin yek û ji bo Rêbertiya xwe bibin bersiv. Ji bo Rêbertî deynê me yê azadiyê heye.”

FRIEDRICHSHAFEN

Li bajarê Frîedrîchshafen ê herêma Bodensee yê Elamanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, 67’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Di daxuyaniya aktivîteyê de ev hatin gotin: “Rojbûna Rêbertiya me, ne rojbûneke ji rêzê ye. Em têkoşîna azadiyê bi saya wî fêr bûne. Bi fêrbûyînên wî me dest bi têkoşîna mafan kiriye. Ji ber vê em 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe jî dibînin. 4’ê Nîsanê ji nû ve jidayîkbûna gelekî ye. Divê em bi têkoşînê re bibin yek û ji bo Rêbertiyê bibin bersiv.”

Aktivîteyê bi gotina helbesta Kurdî ya Bêrîtana 7 salî ve bi dawî bû.

ROÛEN

Li bajarê Roûen ê li herêma Normandîe ya Fransayê, bi boneya 67’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktivîteyek hat lidarxistin.

Aktivîteya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Roûenê, bi rêzgirtinê destpê kir.

Di aktivîteyê de Hevseroka Meclîsa Gel Leyla Ayaz axivî û wiha got: “ Ev roj ne rojeke ji rêzê ye. Ev roj roja ji nû ve jidayikbûna Kurdan e. Di Rojhilata Navîn a feodal û paşketî, di erdnîgariyekî bê nasname de bi têkoşîna Gelê Kurd û di vê têkoşînê de ji nû ve heyîna jina Kurd, bi saya Rêber Apo bûye. Ji ber vê ev roj, roja ji nû ve jidayikbûnê tê pejirandin û xwedî lê tê derketin. Rêber Apo, nasnameya me, zimanê me û bû sedem ku em xwe û têkoşîna xwe nas bikin. Niha jî deynê me yê azadiyê ji bo Ocalan heye û heta Rêber Ocalan azad nebe wê têkoşîna me berdewam bike.”

Aktivîte piştî temaşekirina sînevziyona têkildarî jiyana Ocalan, bi govend û dirûşman bi dawî bû.