Li Elmanya, Fransa û Yewnanistanê çalakiyên şermezarkirinê

Li bajaren Nurnberg, Saarbrucken û Munchen ên Elmanyayê, li bajarê Lyon ê Fransayê û li bajarê Laviro yê Yewnanistanê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê şermezar kirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi sedan kes li dijî êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakî bi banga Mala Gel a Medya, Partiya Komunîst a Elman, Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLPD) û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Elmanyayê (ATÎK) li Hallplatzê pêk hat.

Çalakger piştre bi hildana pankartên bi nivîsa "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin", "Piştevaniya Kurdistanê bikin" ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di meşê de bi ananosan qala sûcên ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî dike hate kirin. Piştre li meydana Weisser Turmê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û hate gotin ku gelê Kurd û dostên wan wê heta dawiyê li dijî hewldanên qirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina polîtîkay qirker û dagirker a Tirkiyeyê meşek pêk hat. Kurdistanî tevî dostên xwe bi pankart, wêneyên ku Tirkiyeyê li Rojava komkujî kiriye meşiyan.

Der barê mijarê her wiha gelek belavok hatin belavkirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dawî bibin wê çalakiyên xwe bidomînin.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê êrişên dagirkerî û qirkeriyê li qada Schutzenstr hate şermezarkirin. Çalakgeran xeleka ji mirovan ava kirin û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û pankarta "Na ji dagirkeriya Tirk re ya li Rojava" hatin hildan û belavok hatin belavkirin. Qisekeran jî ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê meşek pêk hat. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Bellecoûrê li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Kujer Erdogan" meşiyan. Neteweperestên AKP û MHP'î hewl dan provokasyonê bikin û piştî ku polîsan koma Tirk ji herêmê dûr xistin, meşê dom kir. Çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistnaê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk a dagirker bi meşekê hatin şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Çalakgeran bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên navneteweyî kirin ku ji bo bidawîbûna êrişên dagirkeriyê bikevin nava hewldanan. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hate qîrîn.