Li Elmanya bernameyên ji bo bîranîna Serkan Tosûn

Li Elmanya bernameyên ji bo bîranîna Serkan Tosûn

Serkan Tosûn yê ji MLKP’ê ku ji Stenbolê çû tev li  Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û di şerekî li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da de, îro li gelek bajarên Elmanya  tê bîranîn. 

Federasyona Komeleyên Kurdên li Elmanya (YEK-KOM), bernameyên bîranînê yên ji bo Serkan Tosûn ê MLKP’yî li dardixe, hemû Kurdistanî û dostên wan vexwend çalakiyan.

Bernameya bîranînê wiha ye:

KOLN: Bername, îro saet 18:00’an de destpê dike wê li “Mala Kurda” ya li Koln pêk were.

DORTMÛND: Bernameya ku îro saet di 18:30 destpê dike, li vê navnîşanê tê lidarxistin: “Beuthstr.21,44147, Dortmund.”

LÛDWÎGSHAFEN: Bernameya ku roja Yekşemê saet di 15.00 destpê dike wê li Komeleya Çanda Kurd ya li navnîşana “Otto-Stabelstr.2a, 67059 Lûdwîgshafen” pêk were.