Li Êlihê bi hezaran li dijî ‘tiryak, fuhuş û asîmîlasyonê’ meşiyan
Li Êlihê bi hezaran li dijî ‘tiryak, fuhuş û asîmîlasyonê’ meşiyan
Li Êlihê bi hezaran li dijî ‘tiryak, fuhuş û asîmîlasyonê’ meşiyan
Li Êlihê li dijî rêbazên şerê taybet yên wekê ‘tiryak, fuhuş û sixûrtiyê’ meş pêk hat. Di meşê de hat diyar kirin ku dewleta tirk, wekê ku tolê ji ciwanên kurd û civaka w êtolê bigire serî li van rêbazan dide û hat gotin ku dê li dijî vê têbikoşin.
Meclisa Ciwanan a Êlihê ya BDP’ê bi dirûşmeya ‘ ji tiryak, fihuş, asîmîlasyon û sixûrtîyê re na’ ji ber Otela Zekîheta ber avahiya BDP’ê meş pêk anîn. Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, endamê BDP PM Nezîr Gulcan, hevserokên BDP’ê yên êlih û navçeyên wê û gelek nûnerên saziyan j îtê debûn tevli meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşme hatin berzkirin. Polîsên xwestin bibin asten, piştî hevdîtinê destur dan û heta ber BDP’ê berdewam kir.
Daxuyanî ji aliyê endamê meclisa ciwanan Vedar Akdemîr kir. Piştî daxuyaniyê Ayla Akat Ata jî axivî û ciwan pîroz kir. Çalakî bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.