Li Elezîzê mirina bigûman ya leşkerekî
Li Elezîzê mirina bigûman ya leşkerekî
Li Elezîzê mirina bigûman ya leşkerekî
Hate îdîakirin ku, Mazlûm Aksû yê qeyîdkiriyê şêniya Dêrika Mêrdînê ku li Elezîzê leşkertî dikir, întîhar kiriye.
Mazlûm Aksû yê qeyîdkiriyê şêniya Dêrika Mêrdînê ku li Qereqola Hazar ya navçeya Maden ya Elezîzê leşkertî dikir, hate îdîakirin ku întîhar kiriye. Cendirme di demjimêrên şevê de çûne mala Aksû yê ku 5 meh ji terhîsa wî re mabûn ya li Darica Kocaeliyê û jêre gotin, Aksû întîhar kiriye.
Hate hînbûn ku, Aksû beriya 25 rojan destûr girtiye û hatiye gel malbata xwe, her wiha herî dawî roja Çarşemê bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Malbat ji bo cenaze bigire çû Elezîzê.