Li Efxanîstanê 5 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin

Li Efxanîstanê 5 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin

Hate ragihandin ku, di êrîşa bombeyî ya li eyaleta Qandahar ya Efxanîstanê  5 leşkerên girêdayî NATO’yê hatin kutşin.

Li gorî daxuyaniya ku şefê polîsan yê eyaleta Qandahar ya dikeve başûrê Efxanîstanê dayî AFP’ê ragihand ku, hemû leşkerên mirîn yên Amerîkayê ne.

Hate ragihandin ku, li navçeya Maiwand dema ku wesayîta zirxî ya leşkeran derbaz dibû teqînek mezin rû da.

Li gorî nûçeyên dawî yên malpera Icasualties.org, ji serê sala 2013’an û vir ve 42 leşkerên NATO hatin kuştin. Bi kuştina 5 leşkerên dawî jî hêjmar bû 47. Li Efxanîstanê ku piştî dagirkirina NATO ya sala 2001’an ve hêjmara leşkerên biyanî yên mirine 3291 e. Ji vana 2207 leşkerên Amerîkayê ne.