Li Efrînê 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Li Efrînê 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Di pevçûnên li gundên Dêwa a Jorîn û  a Jêr yên navçeya Cindêrisa Efrînê ku şevê din di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) 10 endamên DAIŞ’ê hatin kuşti û 4 wesayîtên ew koman hatin derbkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din komên çete ên DAIŞ’ê li derdora gundê Dîwa Jêrîn êrîş pêk anîne. Hate zanîn ku li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê pevçûn qewimîn. Li gora çavkaniyên herêmî pevçûn heta çiyayê Dêwê ya di navbera Îdlib û Cindêrisê belavbûn. Di encama van pevçûnan de 8 êrîşkar hatin kuştin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di pevçûnên çiyayê Dêwa Jorîn  jî 2 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin û yek birîndar bû ye.

Li aliyê din jî hate gotin ku şervanên YPG’ê li derdora gundê Qîlê Banê ya navçeya Cindêris a Efrînê çalakî li dijî bargeha komên çete çalakî pêk anî. Hate gotin ku di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên DAIŞ’ê çêbûn, her wiha 4 wesayîtên wan jî hatin derbkirin.

AMBULANSÊN TIRKIYÊ BIRÎNDARÊN ÇETEYA DIBIN TIRKIYÊ

Çavkaniyên herêmî destnîşankirin ku piştî şerên li herêmê  hêzên YPG’ê Ambulansên Tirkiyê birîdarên komên çere ên DAIŞ’ê derbasî Tirkiyê dikirin. Komên çete ên li ber berxwedana YPG’ê windayiyên mezin didin gundên herêmên Cindêrisa Efrînê bi topên hawanan topbaran dikin. Çavkaniyan diyar kirin ku zêdeyî 30 top li derdora gunên Dêwa, Çelmê, Til Selûra, Dêr Belût û Mehmûdiyê ketiye û di encamê de ziyana madî li derdorê çêbû ye