Li Efrîkaya Başûr li dijî tecawiz û komkujiyan çalakî

Li Efrîkaya Başûr ku her sal bi sedan jin dibine gorî jin li dijî tundiyê bi dirûşma ''êdî bes e'' xwe berdane meydanan.

Li Komara Efrîkaya Başûr ku li cîhanê tundî herî pir lê tê jiyîn jin di serî de li dijî tecawiz û komkujiyan li dijî tundiyê çalakî kirin. Li paytext Johannesbûrgê tenê ku Tebaxê 30 jin hatibû kuştin bi sedan jin komî ser hev bûn û dirûşmên ''êdî bes e'', ''Na, na ye'', ''Bi xwe karibe, tu ne heywan î'' qêriyan.

Çalakgeran bang kirin ku Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa û otorîterên rayedar li dijî tundiyê tevbigerin.

GIRTINA 'HETA MIRINÊ' XWEST

Ramaphosa li ser çalakiyên jinan û daxwazên wan axivî û got li ser kuştinên jinan û sûcên zayendî wê cezayên giran bînin û domand, ''Zilamên ku dikujin û tecawiz dikin heta hetayê divê di girtîgehê de bimînin. Qanûn bi rengekî ku derfeta serbestiya demdemî nede, tecawizkar an jî kujer heta mirinê di girtîgehê de bimînin, were guherandin.''

Li Efrîkaya Başûr di navbeyna 1'ê Nîsana 2018 û 30'ê Adara 2019'an de 21 hezar û 222 kes hatin kuştin. Heman demê bi sedan jin ji hêla mêran ve hatin kuştin .Tenê Tebaxê 30 jin hatin kuştin.

Ji bo eynî demê bi hezaran sûcên tecawizê çêbun, ji van 41 hezar û 583 hatin tomarkirin, li gorî deme beriya vê 4 ji 100'î rêje zêde bûye.