Li Edliyeyê wêneyê bi serkêşê çete re
Wezîfedarê ewlekariya taybet Adem Altûnişik ku di doz akademîsyenên aştiyê de nehişt rojnamevan bikevin korîdorên edliyeyê, wêneyekî wî yê bi serçete Sedat Peker re kişandiye derkete holê.
Wezîfedarê ewlekariya taybet Adem Altûnişik ku di doz akademîsyenên aştiyê de nehişt rojnamevan bikevin korîdorên edliyeyê, wêneyekî wî yê bi serçete Sedat Peker re kişandiye derkete holê.
Xebatkarê şîrketa ewlekariyê ya akdenîz Adem Altûnişik ku di doza akademîsyenên aştiyê de nehişt rojnamevan bikevin korîdorên edliyeyê, wêneyekî wî yê bi serçeteyê mafyayê Sedat Peker re kişandî derkete holê.
Serçete Peker ê pişta xwe dispêre dewletê ji bo akademîsyenan gotibû, "Ez ê xwîna akademîsyenan mîna avê biherikînim."
Altûnişik wêneyê xwe yê bi serçete re bi mesaja "Reîs hatiye, bi xêr hatiye" di medya civakî de weşand.
Şîrketa ewlekariyê ya taybet Akdenîz, ku Adem Altûnişik xebatkarê wê ye berê jî bi îhaleyên bi guman navê xwe di çapemeniyê de hatibû bihîstin.