Li Edenê operasyona Parqa Gezî
Li Edenê operasyona Parqa Gezî
Li Edenê operasyona Parqa Gezî
Li Edenê di encama serdegirtina malan de 5 kes bi hinceta beşdarî protestoyên Parqa Gezî bûne hatin binçavkirin. Fikar tê kirin hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Polêsên ser bi Muduriyeta Emniyetê ya Edenê, îro danê sibê avêtin ser gelek malan. Di encama sedegirtina malan de endamên Komeleya Ciwanên Azadîxwaz Denîz Ûslû û Anil Kuçukrecep, endamê Kolektîfa Xwendekaran Orbay Gayret û endamên SYKP'ê Mertcan Argûç û Ozan Çakir hatin binçavkirin. 5 kesên bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê yên Parqa Gezî bûne hatin binçavkirin, birin Muduriyeta Emniyetê ya Edenê.
Fikar û guman tên kirin ku ji ber operayonan binçavkirin zêde bibin.