Li Ebû Rasên pevçûn
Li Ebû Rasên pevçûn
Li Ebû Rasên pevçûn
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li gundên Midbea û Umêrid ên girêdayî Ebû Rasên êrîşî bendên YPG'ê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro di saetên nîvro de komên çekdar ên DAIŞ'ê li gundên Midbea û Umêrd ên 7 kîlometre dikevin rojavayê bajaroka Ebû Rasên êrîşî bendên kontrolê yên YPG'ê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiva êrîşan da û pevçûn derketin. Derbarê encamên pevçûnên ku cîh bi cîh didomin de agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.