Li East Mîdlandsê Meclîsa Gel a Demokratîk hat avakirin
Li East Mîdlands ê Îngiltereyê Meclîsa Gel a Demokratîk hat îlankirin.
Li East Mîdlands ê Îngiltereyê Meclîsa Gel a Demokratîk hat îlankirin.
Li East Mîdlands ê Îngiltereyê Meclîsa Gel a Demokratîk hat îlankirin.
Kurdistaniyên li bajarê Nottîngham ê Îngiltereyê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev. Kurdistaniyan li vir bi kongreya li dar xistin ve, Meclîsa Gel a Demokratîk îlan kirin.
Piştî nirxandinên siyasî yên giştî û şûn de nirxandinên taybet ên girêdayî herêmê hatin kirin û biryar hatin girtin.
Hevserokên meclîsa herêma East Mîdlands ku bajarên Nottîngham, Leîcester, Derby û Şîncolnê digire nava xwe, Işil Altan û Alîcan Erkol hatin hilbijartin. Di kongreyê de bi dengên gel, delegeyên Meclîsa Gel a Demokratîk a ku bi giştî ji 51 kesan pêk tên hat diyarkirin.
Biryara meclîsbûnê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat diyarîkirin.