Li DYA’yê konvoya petrolê agir girt, bajar hat tahliyekirin
Li DYA’yê konvoya petrolê agir girt, bajar hat tahliyekirin
Li DYA’yê konvoya petrolê agir girt, bajar hat tahliyekirin
Rayedarên Amerîkayî piştî ku trevana petrol dibir û bi konvoyeke din re li hev qelibî şûnde, talîmat da ku bajarekî biçûk yê Dakota bê vala kirin. Di qezaya pêk hat de gelek teqîn pêk hatin û ji bajar duman hil tê.
Qeza kîlometreyek durî Cassleton ya ku 2 hezar û 300 nifûsa wê heye pêk hat. Trena ku petrol dibir bi konvoyeke din re li hev qelibî û gelek teqîn pêk hatin. Di qezayê de dumana reş hil tê, lê rayedaran tahliyekirin bajar xwest.
Bakurê Dakota diyar kir ku otorîteya xeta boriya petrolê bi riya hesinî sewqiyata petrolê di navbera 2012 û cotmeha 2013’an de ji sedî 67 zêde bûye. Ev zêdebûn jî pêşveçûna çalên Bakkenê îfade dike. di salên dawî de ji bo kolandina çalan bi saya teknîka nû ya hatiye bikaranîn ev pêşveçûn pêk hat. Ji sêyan duyê petrolê bi riya hesin tê kişandin.