Li Dusseldorfê meşa dirêj a ji bo 2 rojan

Lİ bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê wê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan pêk were.

Fed-Med NRW daxuyaniyeke nivîskî wşeand û wiha got, "Bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê, em ê bi şiyara 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" meş û mîtîngeke ji bo 2 rojan pêk bînin.

Hêzên ku Modernîteya kapîtalîst temsîldikin û dewleta TC a faşîst ku di sala 21'ê de jî dixwazin komploya navneteweyî bidomînin li pêşberî berxwedana Îmraliyê têk çûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bû hêviya jiyana azad ji tevahiya mirovahiyê re.

Em; gelê Kurd û saziyên Kurdan dibêjin ku em ê dilsozê paradîgmaya Rêber Apo bin û di sala 21'ê ya komployê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezintir bikin û bixebitin.

Em bang li gelê xwe û gelên demokrat şoreşgeran hemûyan dikin ku beşdarî meşa dirêj bibin.

Roja destpêkê: 07.02.2020
Cih: DGB Haus Dusseldorf
Saet: 10:00

Roja duyemîn: 08.02.2020
Cih: HBF Dusseldorf
Saet: 10:00"