Li Dûîsbûrgê Şehîdên Gulanê hatin bi bîranîn

Şehîdên Gulanê li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hatin bi bîranîn.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê Şehîdên Gulanê û Firat Berkpinar û Volkan Boran hatin yên ku li Semsûrê tevî 8 hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bîranîn. Piştî rêzgirtinê Nûnerê KOMAW’ê axivî û got:


“Meha Gulanê meha comerdiya xwezayê ye. Di heman demê de pêşengên şoreşger ên ku mohra xwe li dîrokê xistine jî di vê mehê de gihiştine şehadetê. Hakî Karer ê ku nûnerê başî û hevrêtiyê bû; Îbrahîm Kaypakkaya yê ku stûyê xwe li ber dagirkeran netewand; Denîz, Yûsûf û Huseyîn ê ku gotin ‘Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk’; Ferhat, Necmî, Eşref, Mahmût ê ku bedena xwe kirin guloka agir û li zindanê mirin têk birin; Mehmet Karasûngûr ê ku fermandarê pêşeng ê PKK’ê bû û Îbrahîm Bîlgîn di vê mehê de gihiştine şehadetê.


Di heman demê de li ber şehadeta hevrê Firat Berkpinar û Volkan Boran em kembest dibin ên ku di demeke nêzik de di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan.”

‘EM Ê XWEDÎTIYÊ LI TÊKOŞÎNA WAN BIKIN’


Di çalakiya bîranê de xizma Berkpinar Elmas Ozgul jî axivî û got, “Em ê xwedîtiyê li bîranîn û têkoşîna Firat û Volkan bikin”.


Piştre jî sînevîzyona li ser Şehîdên Gulanê hate temaşekirin.


Çalakî bi sloganên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.