Li Dîlokê di êrîşa çekdarî de 2 bira mirin
Li Dîlokê di êrîşa çekdarî de 2 bira mirin
Li Dîlokê di êrîşa çekdarî de 2 bira mirin
Li Dîlokê ji 3 birayan du heb ji aliyê xizmên xwe yên ku di navbera wan de xusumet hebû hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestixistin li taxa Vatan 3 bira, duh di saetên dereng yên şemê de ji aliyê xizmên xwe yên ku di navbera wan de xusumet hebû, rastî êrîşê hatin.
Di êrîşê de ji birayan Nedîm Ç (16) dema dibirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr Ersîn Arslan di rê de jiyana xwe ji dest da. Mîkaîl C (21) jî li Nexweşxaneya Dewletê ya 25 Aralikê ligel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin. Birayê biçûk yê 6 salî T.C jî hat hînbûn ku rewşa wî baş e.
Li aliyê B.C yê temenê wî di bin 18’an de ku tê îdiakirin tevli bûyeran bûye jî çûye Navenda Polîsan û teslîm bûye.