Li Dîlok, Îdir û Stenbolê binçavkirin û girtin

Rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê de li Dîlok û Îdîrê gelek kes hatin girtin, li Stenbolê jî rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.

Li dijî HDP û DBP’iyan operasyonên qirkirina siyasî di bin navê girtin û binçavkirinan de didome. Li Dîlok û Îdirê gelek kes hatin girtin, di serdegirtina avahiya Sûltanbeylî ya HDP’ê de jî 7 rêveber hatin binçavkirin.

DÎLOK

Ji 39 kesên ku 12’ê Kanûnê li Dîlokê hatibûn binçavkirin, duh derxistin pêşberî edliyeyê. 34 kesên ku piştî 15 rojan ragirtî man derxistin edliyeyê, ji ber parvekirinên tevna civakî û tevlîbûnên aktîvîteyan bi îdîayên “propagandaya rêxistinê kirine” û “endamên rêxistinê ne” îfade dan dozger.

Ji 34 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, 19 bi şertê kontrola edlî hatin berdan, ên girtî jî ev in: “Kesên hatin girtin wiha ne: Hevseroka Bajêr ya HDP'ê Guler Erat, Berdevkê Meclîsa Ciwanan ê Dîlokê Mustefa Sayinbatur, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Şehîtkamil Tahîr Altug, Hevserokê MEYA-DER'ê yê Dîlokê Osman Akdogan, Alî Şîmşek, Bulent Tekîn, Selam Tekîn, Samîr Aygun, Yalçin Aygun, Şeref Burak Haykir, Alî Ercan Kaya, Fatîh Yalçinkaya, Mehmet Ergun, Yusuf Kadîoglu û Hamît Kaygusuz.”

Yên girtî şandin Girtîgeha Tîpa H, 5 zarokên li emniyetê ragirtî jî tê payîn ku îro sewqî edliyeyê bên kirin.

ÎDIR

5 kesên li Îdirê di 20'ê Kanunê de hatibûn binçavkirin hatin girtin. 5 kesên hatin girtin piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgeha Sulh Ceza jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" der barê 5 kesan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

Her wiha, ji 4 kesên ku 25'ê Kanûnê hatibûn binçavkirin jî 3 bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 1 kes jî hat girtin.

STENBOL

Polîsan li navçeya Sultanbeylî jî bi ser avahiya Rêveberiya HDP'ê  ya Sultanbeylî de girtin û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtina avahiyê de nivîsa "Em dîsa hatin, hevalên bi fîstan" li ser dîwarê avahiyê nivîsandin. Polîsan hemû alav û amûrên avahiyê parçe kirin û şikandin. Di serdegirtina malên rêveberên HDP'ê de Hevserokê HDP'ê yê Sultanbeylî Selahattin Yilmaz, rêveberê navçeyê Ahmet Narim, Razaman Konî, Abidin Koni, Îhsan Guneş, Halîs Toprak û YAKAY-DER'ê Said Înedî bin çav kirin.