Li dijî zarokê 7 salî îstismara zayendî
Li dijî zarokê 7 salî îstismara zayendî
Li dijî zarokê 7 salî îstismara zayendî
Li taxa Bayramtepe ya Başakşehîra Stenbolê, pêr êvarê hat îdîakirin zarokê 7 salî D.T ji hêla zarokê 15-16 salî ve rastî tecawizê hatiye.
Li gorî îfadeya hevalên D.T, gava D.T li derê malê lîstik dileyst, ji hêla kesekî ve hatiye xapandin û ew biriye cihekî û li wir rastî îstismara zayendî hatiye. Piştî hevalên D.T agahî dan malbata wî, bavê D.T Kiyas T, çû mala bersûc û li ser vê yekê bersûc ji malê revî. Piştî malbata D.T serlêdana sûc kir zarokê piçûk rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Hesekî û ji bo rapor bê girtin kontrol hatin kirin. Di vê navberê de piştî bûyer ji hêla şêniyên taxê ve hat bihîstin, welatiyên li hev kom bûn ber bi mala bersûc ve dest bi meşê kirin. Lê polîsan pêşiya welatiyan girt û nehîşt welatî bimeşin, li ser vê welatiyan nerazîbûna xwe nîşan dan û diyarkirin ku bersûc ji hêla polîsan ve tê parastin û dan zanîn ku bi vî şeklî di taxê de heşîş û fûhûş tê pêşxistin. Her wiha hat ragihandin ku kesê mijara gotinê yê ku li dijî zarokê bi navê D.T îstismara zayendî kiriye, ji hêla polîsan ve hatiye binçavkirin. Hat gotin ku, ka D.T rastî tecawizê hatiye an na, dê piştî raporê derkeve holê.