Li dijî tecrîdê û qeyûm, li Yewnanîstanê çalakiya nobedê

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî li dijî tecrîdê û desteserkirina şaredariyan nobedê digirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî li dijî tecrîdê û desteserkirina şaredariyan nobedê digirin. Çalakiya Kurdistaniyan li ber avahiya parlamentê pêk tê.

Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê, li dijî desteserkirina şaredariyên DBP'yî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li meydana Sytagma ya li Atînayê dest bi çalakiya nobedê kirin. Stanta li vir hat vedan bi al û pankartan hat xemilandin. Kurdistaniyan li ser mijarê belavokan belav dikin.

'EM XWEDÎ LI RÊBERTÎ Û ŞAREDARIYÊN XWE DERKEVIN'

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd daxuyanî li vir hat dayîn û hat ragihandin, ku dosyayên li ser mijarê hatine amadekirin li partî, sazî û rêxistinan tên belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj li dijî tecrîdê roja xwedîderketina li Rêbertî ye, roja rabûna li ber desteserkirina şaredariyan e." Her wiha bang li Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn hat kirin, ku her êvarê saet di 17:00 de li meydana Syntagmayê li hev bicivin.

Gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk dan xuyakirin, ku ew destekê didin çalakiyê.

Çalakiya nobedê duh bi şev heta saet 23:00 dewam kir.

...