Li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê hate dayin -HATE NÛKIRIN

OHD'ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê da.

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina qedexeya hevdîtinê ya li ser parêzeran û bicihanîna mafên di mewzûata navxweyî û navneteweyî de hatine destnîşankirin, serî li Baroya Stenbolê da û jê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.

Di serlêdanê de hate ragihandin, ku di asta Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Edaletê de bikeve nava liv û tevgerê.

155 parêzerên girêdayî Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Şaxa Stenbolê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê, qedexeya hevdîtina bi parêzeran were rakirin û ji bo şopandina mafên di mevzûatên navxweyî û navneteweyî de serî li Baroya Stenbolê xistin.  

'QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN’

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ya ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin û hate gotin “Muwekîlê me rêzdar Abdullah Ocalan 23 sal in, muwekîlên me Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî 7 sal in di şertên tecrîda giran de tên ragirtin.”

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve di nava 11 salan de ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran ên di navbera Gulan-Tebaxa 2019'an de pêk hatine ti hevdîtina parêzeran pêk nehatiye û hat gotin, "Ji xeynî navbera 3 mehan a diyarkirî, parêzer zêdeyî 11 sal in nikarin bikevin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Rêzdar Ocalan ji sala 2014'an û vir ve tenê 5 caran malbata wî kariye biçe hevdîtinê. Hevdîtina rû bi rû ya dawîn di 3’ê Adara 2020’an de bi birayê wî pêk hatiye. Di 27’ê Nîsana 2020’an û di 25’ê Adara 2021’an de axaftina bi telefonê pêk hatiye. Axaftina di telefonê de ya di 25’ê Adara 2021’an de jî di nava demeke kurt de qut bûye. Bi gotineke din ji 25’ê Adara 2021’an û heta niha ji rêzdar Abdullah Ocalan tu agahî nayê stendin.”

Di serlêdanê de hate diyarkirin ku tenê di sala 2021’an de 71 serlêdanên malbat û wasiyan û 202 serlêdanên parêzeran bêbersiv hatin hiştin û di sala 2022’an de di gelek serlêdanên hatin kirin de encam neguheriye.

‘775 PARÊZERAN SERÎ LI SERDOZGERIYÊ KOMARÊ YA BÛRSAYÊ DAN’

Di metna serlêdanê de hate gotin “Di sala 2022’an de jî tecrîda mutleq domiyaye û ji bo qedandina tecrîdê di sala 2022’an de jî serlêdan hatine kirin. Di heman demê de malbat û parêzeran ligel ku gelek serlêdan kirine jî ev serlê3dan bêbersiv hatine hiştin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û nirxandinên Komîteya CPT’ê jî tune hatiye hesibandin. Ji hevdîtina bi rêzdar Ocalan, Konar, Aktaş û Yildirim 775 parêzerên ji 29 baroyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane.”

Di serlêdanê de hate gotin welatên Ewropayê di serî de ji 22 welatên cihê 350 parêzeran di 14’ê Îlonê de û 756 parêzerên ji Rojhilata Navîn jî di 19’ê Îlonê de serî li Wezareta Edaletê dane û xwestine wekî parêzer biçin Girtîgeha Îmraliyê.”

‘3 MEHAN CAREKÊ LÊPIRSÎNÊN DÎSÎPLÎNÊ TÊN DESTPÊKIRIN’

Di serlêdanê de hate gotin “A niha parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêanê dikin lê bersiva van serlêdanan nayê dayîn. Dema ku giliyê bersivnedayînê li Hakîmtiya Înfazê tê kirin, tê diyarkirin ku biryar hatiye stendin ku heta 6 mehan çûna parêzeran hatiye astengkirin lê mînaka vê biryarê nayê nîşandan. Piştî ku biryar tê pêkanîn bersivê nadin daxwazên parêzeran. Di heman demê de ji sala 2018’an û vir ve bi awayekî sîstematîk li her çar girtiyên li Îmraliyê 3 mehan carekê bi heman hincetê lêpirsînên dîsîplînê tên destpêkirin û destûr nayê dayîn ku heta 3 mehan kes biçin hevdîtinê. Ev lêpirsînên dîsîplînê bi awayekî ku ji parêzeran veşartî tê domandin û dosyeyên dîsîplînê yên ku dişînin Hakîmtiya Înfazê ji parêzeran tê veşartin.”

Di serlêdana ji bo Baroya Stenbolê de hate gotin “Hemû hewldanên hiqûqî yên me parêzeran bê encam tê hiştin û dema ku 775 parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan jî, tu bersiv nehatiye dayîn. Ji ber vê divê Serokatiya Baroya serî li Wezareta Edaletê, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serî li sazî û dezgehên eleqedar bide û têkeve nav hewldanên hiqûqî.”