Şer ne tenê mirovan, her wiha axê, daran, avê, hewayê, her tiştî tine dike. Di van rojan de ku planên tinekirina xwezayê bi desthilatdariya AKP'ê re derketiye asta herî bilind, em bi Berdevkê Koma Polîtîkayên Çandinê ya HDK'ê Ahmet Koçyîgît re axivîn.
Ahmet Koçyîgît bibîr xist, li Kurdistanê di şer de, xebatên ji bo tekkirina xweza û mirovan hê di serdema destpêkê ya Komara Tirkiyeyê de berfireh bûne û asîmîlasyon hatiye dijwarkirin. Koçyîgît diyar kir, tevî vê yekê polîtîkayên qirkirina civakî hatine meşandin û Plana Şark Islahat hatiye amadekirin. Koçyîgît got, "Pêwîste Plana Şark Islahat baş bê nirxandin. Ji vê derê dikare were dîtin, ku rewşa îro encama planeke 100 salî ye. Bi plana Şark Islahat re xwestin asîmîlasyon û koçkirinê li ser civakê ferz bikin û bi vî rengî rewşa demografîk biguherînin. Tevî vê yekê, bi rêya GAP û bendavên di çarçoveya konsepta ewlekariyê de hatin plankirin, xwestin qadên çandiniyê tine bikin, kalîteya avê kêm bikin, cûreyên gihayê yên endemîk tine bikin, bi sedan mîrateyên dîrokî yên mîna Heskîfê di nava avê de bihêlin, têkiliya civakê bi dîrokê re qut bkiin û çandiniyê pêşkêşî kedxwariya endustriyalîzmê bikin."
'XWESTIN ÇANDINÎ Û JIYANÊ BI HEV RE BIQEDÎNIN'
Ahmet Koçyîgît, li ser çêkirina bendavên li Kurdistanê, ku beşek ji wan qediya ne, got, "Bi vê yekê re pêşî li metakirina çavkaniyên ava xwezayî vekirin."
Koçyîgît anî ziman, serdestên ku qîma xwe bi vê nanîn, li Agirî, Dersîm, Zîlan, Koçgirî, Mereş, Çorûm, Sêwas û Roboskî komkujî xistin dewrê û çandinî û qadên jiyanê yên mirovan tine kirin. Koçyîgît bibîr xist, ku vê yekê jî rê li ber koçberiyê vekiriye.
Ahmet Koçyîgît wiha dewam kir: "Gundên ji bendavan rizgar bûn jî, bi hincetên ewlekariyê hatin şewitandin, ya jî bi bêmirovhiştinê re ji çandiniyê bêpar hatin hiştin. Balkêş e ev hincetên ewlekariyê li ser cerdevanan nehatin ferzkirin û gundên hatin valakirin jî ji bo talanê pêşkêşî wan hatin kirin. Dema ku mirov potansiyela çandiniyê ya li herêmê dinirxînin, hingî dibînin ku pêşîgirtina li çandiniyê tê wateya qedandina jiyanê. Gelê me, ku tevî şerê fîzîkî, taybet û psîkolojîk li ber xwe dide û ji hilberînê qut nabe, hê jî hebûna xwe diparêze."
'SERDEMA HEYÎ JI YA ŞARK ISLAHATÊ JÎ GIRANTIR E'
Ahmet Koçyîgît got, "Em îro jî di pêvajoyeke bi heman rengî de ne" û destnîşan kir, ku polîtîkayên heyî ji yên hingî dijwartir in. Koçyîgît got, "Berê êrîş li qadên bejahî, li gund û gundikên me dihatin kirin. Lê niha hem gundên me, hem jî navçe û bajarên me tên xerakirin. Ji ber van polîtîkayên koçberkirinê bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Bi sed hezaran mirovên me neçar man koç bikin."
Ahmet Koçyîgît der barê gavên li dijî van polîtîkayên dewletê werin avêtin got, "Ya ku divê were kirin, afirandina polîtîkaya çandiniyê ya li ser bingeha demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ye. Li dijî sîstema heyî pêwîste rêxistinbûnên civakî yên alternatîf bên afirandin."