‘Li dijî şer berxwedan jiyan e’

Parlementerên HDP’ê ku di xwestin daxuyanî bidin ji aliyê bi sedan polîsî ve hatin dorpêçkirin. Polîsên ku bi darê zorê welatiyên derdor dûr xistin, li polîsan dan.

Polîsan daxuyaniya HDP'a Amedê ya ji bo Rojava asteng kir. Polîsan parlamenterên HDP'ê dorpêç kir û nehişt xelk nêzî wan bibe. Polîsan destûr nedan ku rojnameger jî nûçeyê bişopînin û wêneşan bikişînin.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest têkildarî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava li ber Plaza AZC a Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan daxuyaniyê bi hênceta "Biryara Walîtiyê ya qedexeya çalakiyan heye" destûr neda çalakiyê û asteng kir. Polîsan girseya welatiyan belav kir û rojnamegeran ji cihê dorpêçê dûr xistin. Destûr neda rojnameger çalakiyê bikişînin.

Bi sedan polîs û dehan maşîneyên zirxî ku derdorê dorpêç kirin bi mertalan derdora parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Semra Guzel û Musa Farusogullari û rêveberên HDP'ê û DBP'ê girtin.

Di navbera parlementer û polîsan de gotûbêj hate kirin. Parlementera HDP’ê Salîha Aydenîz got: “Hûn zordar in, lê baş bizanin ku ev zordarî dawî ya we ye. Hûn bi çavê xwe dagirkeriyê dibînin? Xwe li daxuyaniyeke ya çapemeniyê jî nikarin rabigirin. Li Rojava zarok dimirin.”

Feleknas Ûca jî got: “Li welat ti demê ambargoyeke wiha nehatiye dîtin. Rê nadin li dijî dagirkeriya li ser Rojava em dengê xwe bilind bikin. Li Rojava li dijî şer berxwedan jiyan e.”

Polîsan bi şertê ku daxuyaniyê nedin dorpêç rakirin.

Piştî dorpêça polîsan parlementer ji qadê çûn.