Li dijî mala Xeznewî êrîş
Li dijî mala Xeznewî êrîş
Li dijî mala Xeznewî êrîş
Li welatê Norwecê komekê êrîşî mala El Xeznewî kir û camên mala wî şkandin.
Komeke ku navê Hêzên Fedayî yên Barzanî li xwe kiribûn, êrîşî mala Şêx Murşid Elxeznewî kirin. Êrîş li ser mala Elxeznewî ya Norwecê pêk hat, koma êşrîşkar, bi behaneya ku Şêx Murşid di programa xwe Qiblename de ya di kanala televîzyonê ya Ronahî TV de tê weşandin rexne li Ebdilhekîm Beşar kiriye, ketin mala Elxeznewî, lêxistin û tiştên di malê de şikandin, wêneyê Şehîd Şêx Maşûq Elxeznewî jî avêtin erdê û gef li Şêx Murşid xwarin û jê xwestin ku programa xwe rawestîne.
El Xeznewî diyar kir ku koma êrîşkar bi Kurdî diaxivîn û ti têkiliya wan bi Barzanî re tune.