Li dijî îşkenceya 12’ê Îlonê 2 zarok di greva birçîbûnê de ne

Li dijî îşkenceya 12’ê Îlonê 2 zarok di greva birçîbûnê de ne

Du zarokên ku ji 19’ê nîsanê ve di girtîgeha Zarokan a Sîncanê dı greva birçîbûnê de ne li rastî îşkenceya derbeya 12’ê Îlonê tên. Zarok li rastî zextên weke “Dema me got Xwedê we rizgar bike hûn ê bêjin amîn” û gefên weke “em ê we biavêjin nava girtiyên adil, em ê we biavêjin huncrayn. Hûn ê di odeya nerm de lêdanê bixin” tên.

Girtîgeh ji ber binpêkirinên mafan, pêkanîn nehuqûqî û keyfî difûrin. Beriya 5 mehan 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirin. Piştî bidawîbûna greva birçîbûnê girtî hatin surgunkirin û rastî pêkanînên dijwar hatin. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa F ya bi Jimar 2 ya Tekirdagê 21 girtiyan li hemberî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Piştî greva birçîbûnê ya di Girtîgeha Tîpa F ya Tekirdagê de, nûçeyek a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor jî ji Girtîgeha Zarokan a Sincanê hat. Du zarkên Kurd ên bi navê Husnu Elçîk û Ozan Bektaş li hemberî zextên ku 12’ê Îlonê tîne bîra mirov dest bi greva birçîbûnê kirin. Zarokên ku 19’ê nîsanê dest bi greva birçîbûnê kirin, ne tenê bi îşkecneya psîkolojîk re rû bi rû ne. Li gorî agahiyên Nunertiya TUHAD-FEDê ya Enqereyê dane, zarokên girtî ev 9 roj in di greva birçîbûnê de ne. Hate diyarkirin ku Bektaş û Elçîk beriya greva birçîbûnê debarê zext  û pirsgirêkên li girtîgehê de bi rêya parêzer û saziyên cûda agahî dane û daxwazname şandine.

Hate zanîn ku nehiştine ku tu nivîsandinên zarokan bigihêjin muxatabên wan û Elçîk bi rêya telefonê bi bavê xwe re axiviye û bi vî awayî agahî daye. Piştre parêzer çûn girtîgehê û bi zarokên girtî re hevdîtin pêk anîn.

GEF Û TEHDÎT...

Li gorî agahiyên ku zarokan dane parêzerên xwe, rojê sê  caran ew dibin baxçe û wana rêz dikin, bi vî awayî dihejimêrin û li hemberî zarokan nîzama leşkerî pêk tînin. Zarokan da zanîn ku wana bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne û xwestine ku ew di odeyên xwe de bêne hejmartin. Peywirdarên girtîgehê jî gotine: “Em ê li gorî xwe nêzî we bibin. Hûn mehkûmên me ne. Hûn ê her tiştê ku em dibêjin bikin. An ne em ê we biavêjin nava girtiyên adil, em ê we biavêjin huncrayn. Hûn ê di odeya nerm de lêdanê bixin.”

ZEXTA “DEMA ME GOT XWEDÊ RIZGAR BIKE HÛN Ê BÊJIN AMÎN’

Zarokên girtî da zanîn ku ev 2 meh in ku peywirdar wana bi dehf û paldanê dibin baxçe û wana li wir rêz dikin û bi vî awayî dihejmêrin û gotin ku ev ne hejmartin e. Zarokan da zanîn ku peywirdar zextê li wan dikin ku dema wan got “Xwedê rizgar bike” hûn ê bêjin “amîn” dikin.

DU ROJ IN NE REHET IN

Zarokan da zanîn ku peywirdaran heta saet 02.00’yê şevê li ber pencereyên girtîgehê top lîstine û zarokên girtî nerehete bûne û got ku ew nikarin bi vî awayî razên, gelek caran vê yekê ji rêveberiya girtîgehê re gotine. Zarokên di greva  birçîbûnê de ku ava fêkiyan, şîr, ava bi şekir bi kar tînin, ev du roj in pirsgirêkên weke tansiyon, bêhalî û serêşiyê dijîn. Hate diyarkirin ku du zarok ji aliyê bijîşkan ve hatine kontrolkirin.

ÎHD û TUHAD-FED ji bo pêkanîna daxwazên zarokan dê çalakiyên cûda li dar bixin û dê bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Her wiha dê bi wekîlan re jî hevdîtin bikin û dê mijar êbibin rojeva meclîsê.