Li dijî înkarê saziyên Elewiyan meşiyan meclîsa Tirkiyeyê

Rêxistinên Elewiyan li dijî pêşnûmaya qanûnê ya ‘Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî û Bektaşiyan’ meşiyan meclîsê.

Beriya pêşnûmeya qanûnê ya ku wê di Lijneya Giştî ya Meclîsê de derbarê ‘Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî û Bektaşiyan’ ya ku Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan jî eşkere kiribû, were nîqaşkirin, rêxistinên Elewiyan meşiyan meclîsê. Di meşa ku bi sedan kes lê amade bûn de Elewiyan bertek nîşanî pêşnûmeya qanûnê dan û bi dirûşmeyên "AKP wê ji gel bipirse" daxwaza "welatîbûna wekhev" anîn ziman. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komarê ya Gel (CHP) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û nûnerên gelek saziyên sivîl piştgirî dan rêxistinên Elewiyan.

Elewiyên ku li ber meclîsê kom bûn pankarta "Elewîtî di qanûna we de hilnayê, qanûna xwe vekişînin" hilgirtin û dirûşmên "AKP destê xwe ji baweriya me bikişîne " û "Cem îbadeta me ye, cemxane îbadetxaneya me ne" berz kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Federasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê (AABF), Weqfa Çanda Anadol^yyê ya Hacî Bektaş (HBAKV), Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Komelyên Çandê yên Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) daxuyaniyeke hevpar hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Celal Firat ve hate xwedin.

Firat diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên  ku AKP li ser Elewiyan dike tê domandin, di sedsala yekemîn a Komarê de Elewî weke welatiyên wekhev nehatin dîtin a niha jî tê xwestin ku di sedsala duyemîn de jî Elewî ji holê werin rakirin.

Firat anî ziman ku AKP bawerî û nasnameya Elewîtiyê înkar dike û bi vê pêşnûmeya qanûnê wê bi rengê xwe pênase dike û wiha got: “Bi vê qanûnê ve Elewîtî weke hêmaneke çandî ya li gorî kevneşopiya Sunî tê nîşandan û heqaretê li bawerî û nasnameya me dike. Di dema ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxwazên gelê Elewî bi dehan sal in li holê ne lê hikûmeta AKP'ê bi vê pêşnûmeyê re çareseriyê di beton û hesin de dibîne. Tişta ku bi salan e em dibêjin, em li vir careke din diqîrin, êdî divê desthilatdariya siyasî vê bibîne, fêm bike; Elewî hene, Elewî li vir in û Elewîtî heq e.”

Firat got, “Hêzên siyasî divê di sedsala duyemîn a Komarê de têkiliya yekbûyî ya welat û welatîbûnê ji nû ve şîrove bikin û îradeyeke xurt derxin holê. Em bi baweriya xwe ya ku em ê bi hev re bi yekitî û berxwedana xwe ya civakî li ser esasê wekheviyê pêşerojeke demokratîk û laîk ava bikin, careke din diqîrin."