Li dijî Federasyona Ciwanan û Navenda Çanda Îdîlê operasyon: 13 binçavî

Li dijî Federasyona Ciwanan û Navenda Çanda Îdîlê operasyon: 13 binçavî

Li semta Okmeydaniyê tîmên taybet li hemberî DHKP-C'ê operasyon li dar xist û 13 kes binçavkirin.

Polîsên girêdayî Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re yên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê li hemberî DHKP-C'ê operasyon li dar xistin û di operasyonê de 13 kes hatin binçavkirin. Gelek polîs û tîmên taybet li semta Okmeydaniyê bi ser Navenda Çandê ya Îdîl a ku Grup Yorum xebatên xwe lê dikirin de girt.

Di dema operasyonê de kesên di avahiyê de der venekirin û slogan avêtin. Di vê demê de polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir. Ji ber bombeyên gazê nava avahiyê bu mij. Yekîneyên îtfaiyeyê yên gazîkirin cihê bûyerê hesinên paçeyan birîn. Polîs di der û paçeyan de ketin hundir û kesên di avahiyê de binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sevinç Bozdag, Meral Donmez, Kaan Unsal, Nehir Sarikaya, Onur Dogan, Ahmet Bay, Mahir Mete Kul, Yusuf Kul, Ufuk Anil Çalimli, Hale Elibuyuk, Birdal Nakay, İnal Poyraz, Engin Tek.

Hate ragihandin ku, operasyon li hemberî aktîvîstên Federasyona Ciwanan pêk hat û 13 kesên navên wan nehatina zanîn hatin binçavkirin.