Li dijî Eutelsatê li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin
Hewldana girtina televizyonên Kurd a bi destê şîrketa Eutelsatê ya bi daxwaza dewleta Tirk li gelek welatên Ewropa hate şermezarkin.
Hewldana girtina televizyonên Kurd a bi destê şîrketa Eutelsatê ya bi daxwaza dewleta Tirk li gelek welatên Ewropa hate şermezarkin.
LOZAN
Li Lozan a Swîsreyê şîrketa Eutelsatê ku dixwaze televizyonên Kurd bi daxwaza Tirkiyê bigire hate şermezarkirin.
Çalakî bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK-S) a Swîsreyê li ber Dêra St Laurent bi tevlêbûna Kurdan û dostên wan pêk hat, di çalakiyê de şîrketa Eutelsatê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de li ser navê NCDK-S’ê axaftina hatin kirin û hate gotin ji ber peymana bazirganî ya Fransa ya bi Tirkiyê re helwesteke antî-demokratîk tê nîşandan û di encama vê de hewldana girtina televizyonê Kurd pêk hatiye û divê Kurd li televizyonên xwe xwedî derbikevin.
LI KOLNÊ KONÊ KU JI BO NÛÇEGIHAN HATÎ VEKIRIN ENDAMÊN MECLÎSA MECKENHEMIMÊ DEWR GIRTIN
Li Kolnê ji bo nûçegihan Denîz Yucel, Ahmet Şik û Meşale Tolu yên rojnamevan ku hatibûn girtin kon hatibû danîn. Di kon de helwdana girtina televizyonên Kurd hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de hate gotin Eutelsat bi daxwaza Erdogan û AKP’ê û RTUK’ê dixwaze televizyonên Kurdan bigire û ji bo vê jî Eutelsat hate şermezarkirin.
LI ST GALLENÊ HEVDÎTİN Û ÇALAKIYA ŞERMEZARIYÊ
Li St. Gallen a Swîsreyê zexta li ser televizyonên Kurd û girtina wan hate şermezarkirin.
Di nav vê çarçaweyê de şandeyeke DEM-KURD’Ê dosyayek hazir kir û da parlamentoyê. Rayedarên Parlamentoyê diyar kir ku ew ê mijarê bînin rojevê.
Şandeya DEM-KURD’ê dosyayek têkildarî mijarê da rojnameya Taglatt St. Gallanê jî.
Berêvarî jî Kurdistanî devê xwe bi banta reş girêdan û li ber parlamentoyê bi çalakiyekê şîrketa Eutelsatê şermezar kirin.
VIYANA
Li paytexta Avûstûrya Viyanyê, li ber bînahiya Konsolosxaneya Fransayê biryara girtina qenalên Kurdî hate şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Çapemeniya Kurd a Avûstûrya pêk hat.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û di axaftitinan de hate gotin ti caran wê serê xwe ji dewleta Tirk re netewînin. Her wiha hate gotin ku nayê qebûlkirin ku Tirkiye dest bavêje Eutelsatê û di serî de Fransa bang li welatê Ewropayê hate kirin ku peywira xwe bi cih bînin. Hate xwestin ku nehêlin dengê Kurdan bibirin.
STOCKHOLM
Li Meydana Sergel a Stockholmê ya Swêd jî şîreketa Eutelsatê ya ku bi AKP’ê re hevkariyê dike hete şermezarkirin.
Di çalakiyê de logoyên Stêrk TV, Ronahî TV, û News Channelê hate hildan û her wiha dovîz hatin vekirin û hate gotin ‘’Erdogan û Eutelsat ji ser medya Kurd destê xwe vekişînin.’’
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jin a Amarê bi hevkarî daxuyanî hate dayin.
Di daxuyaniyê de zext û zordariya hikûmeta AKP’ê ya li ser çapemeniyê û azadiya derbirînê bi mînakên berbiçav hate vegotin û hate xwestin ku raya giştî ya Swêd, saziyên çapemeniyê û rêxistinên mafê mirovan li dijî hewldana dewleta Tirk a girtina televizyonên Kurd helwesta xwe nîşan bidin.