'Li dijî dîktatoriya Erdogan divê dengê NA bi ser bikeve'

Li panela Hannoverê hate gotin, li dijî dîktatoriya Erdogan divê ‘NA’ bi ser bikeve. Li panelê li ser navê Dîe Lînke Jelpke axivî û got, divê kampanya were xurtkirin.

Li Hannover a Elmanya bi navê ‘’Li Tirkiyê azadiya ramanê li zindana ye, em dikarin çi bikin?’’ panelek hate lidarxistin.

Panela ji hêla Sendîkaya Verdî, Dîe Lînke (Partiya Çepgir), NAV-DEM, Bûroya Aştiyê ya Hannoverê û HDK Hannoverê ve hate amadekirin.

Li ser navê HDP’ê Serhat Ovayolu axivî, behsa binpêkirinên AKP’ê kir û qirkirinên van 2 salên dawî mînak da.

Ovayalu behsa hikûmeta Elmanya ya li ser verfirehkirina qedexeya li ser PKK’ê kir, helwest nîşan da û got: ‘’Tu yê hem nehêlî ku Erdogan ji bo rejîma yek zilamî propaganda bikî, hem ji hêla dî ve jî tu yê sembolên ku bi mebesta siyasetê bikin, raya giştî çêbikin, xebatên demokratîk dikin, qedexe bikî. Ev xwexapandin e.’’

SAT: PÊKAN E KU DAWÎ LI KAOSÊ WERE ANÎN

Li ser navê sendîkaya Verdî jî Orhan Sat axivî, mînaka Rojava da û got, li Rojhilata Navîn bi sîtemeke demokratîk, wekhevîxwaz mirov dikare dawî li kaosê bîne û êşan bide sekinandin. Sat behsa bazarganiya çekan a di navbera Elmanya Tirkiyê de kir û her wiha mijara penaberan û mijara xwe bi dawî kir.

JELPKE: DIVÊ KAMPANYAYA NA WERE XURTKIRIN

Li ser navê Dîe Lînke Ulla Jelpke axivî û got, teqez divê qedexeya li ser PKK’ê bi dawî bibe, ji ber qedexeyê binpêkirinên mafên Kurdên Elmanyayê bi lîsteyekê diyar kir. Jelpke diyar kir ku bi vê helwesta hikûmeta Elmanya dîktatoriya Erdogan di serî de li dijî Kurdan, li dijî hemû çewisandiyan zêdetir bûye û got, kampanyaya NA ya ji bo referandûmê divê were xurtkirin.

JI BO KIŞANAK BANG

Şaredarê berê yê Hannoverê Herber Schmalstîeg û Wezîrê Berê yê Dadmendiyê Heîdî Merk bang li şandayê kir ku doza Şaredara Amedê Gulten Kişanak a Nîsanê bişopînin.