Li dijî Bonzaî çalakî

Li dijî Bonzaî çalakî

Welatiyên li Taxa Navend a Esenyurt a Stenbolê ji ber li hember firotina madeya tiryakê ya bi navê bonzaî ku di demên dawî de pir tê bikaranîn tu tedbîr nayên girtin nerazîbûn nîşan dan û rê girtin.

Welatiyên li Taxa Navend a Esenyurt a Stenbolê dijîn ji ber li hember firotina madeya sentetîk a hişber a bi navê bonzaî tu tedbîr nayên girtin rêya taxê ji çûnûhatinê re girtin. Welatiyên avahiyeke vala ya îdîa dikirin ku têde bonzaî tê bikaranîn şewitandin, paşê rêya Taxa Navend li çûnûhatinê girtin.

Ekîbên îtfaiyeyê yên hatin cihê bûyerê agir vemirandin. Welatiyên ku diyar kirin polîs çavên xwe ji firotina tiryakê re digirin çalakiya xwe ya girtina rê didomînin.