Li dijî birîna darên ODTU'yê, şitil hatin çandin

Li dijî birîna darên ODTU'yê, şitil hatin çandin

Xwendekarnên Zanîngeha Çûkûrovayê li kampusê şitlê daran çandin û bi vî rengî qirkirina darên li ODTU'yê şermezar kirin.

Komek ji xwendekarên endamên kolektîfên Xwendekaran li Edenê, birîna darên li ODTU û êrîşa polîsan a li dijî xwendekarên ev yek şermezar kirin, protesto kirin.

Xwendekar li Xwaringeha Navendî ya Çûkûrovayê hatin cem hev û li qadên R1 û R2 şitlê daran çandin. Xwendekar bi bêr, kevir û avê hatin qadê û şitil çandin. Xwendekaran şitlên li ser nivîsa "Li ber xwe bide ODTU" û "Li ber xwe bide Çûkûrova" hebû, çandin.