Li Derya Spî 80 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Bi qasî 80 koçberên ji Lîbyayê berê xwe dan Ewropayê, di Derya Spî de xeniqîn.

Li gorî nûçeyên medya Îtalyayê, keştiya ewlekariya peravên Îtalyayê ya bi navê Fîorîllo, pêr di dema gera li dewriyê de gelek penaber rizgar kir û îro gihand bendera Pozzallo. Li gorî gotina van koçberên rizgar bûn, li herêmê karesateke nû rû daye.

Koçberan diyar kirin, beriya çend rojan ew weke 120 kes ji Lîbyayê di ser Derya Spî re bi rê ketine, lê belê piştî demekê ji ber giraniya bar av ketiye bota ew li ser û bot binav bûye. Koçberan gotin, ji koçberên ketin nava deryayê 40 kes rizgar bûne, lê 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.