Li Dêrsimê rûpelên herî tarî yên dîrokê hatin nivîsandin

HDP’ê cangoriyên Qirkirina Dêrsimê bi bîr anî û got ku “82 sal berê rûpelên herî tarî yên dîroka Komara Tirkiyeyê hatin nivîsandin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi wesîleya Qirkirina Dêrsimê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“82 sal berê rûpelên herî tarî yên dîroka Komara Tirkiyeyê hatin nivîsandin. Di 4’ê Gulana 1937’an de bi navê ‘Tevgera Tenkîla Tûnceliyê’ Qirkirina Dêrsimê hate destpêkirin.

Di sala 1938’an de bi biryara hemû rayedarên dewletê bi deh hezaran gelên Dêrsimê hatin qetilkirin, bi sed hezaran gel ji axa xwe hatin koçberkirin û zarokên keç ji malbatên xwe hatin veqetandin.

Êrîşên li ser çand û bîr û bawerî û neteweyên cihê di her demê de bi awayekî zalimane hatin kirin. Qirkirinên Çorûm, Gurgum û Sêwasê nehatin jibîrkirin. Êrîş û qirkirinên li ser gelê Kurd her dem di dîroka vî welatî de hate kirin.

Gelê Dêrsimê dixwaze ku lêborîn were xwestin, navê Dêrsimê were îadekirin, gorên Seyît Riza û hevalên wî werin eşkerekirin û gelê Dêrsimê yên ku hatine sirgunkirin divê xisarên wan werin dayîn, zarokên ku ji malbatên xwe hatine veqetandin jî divê aqûbeta wan were diyarkirin û derbarê vê qirkirinê divê arşîva Artêşa Giştî werin vekirin.

Derbarê vê qirkirinê divê Komîsyona Lêkolînê li meclîsê were avakirin a ku hemû partî tê de hene û divê bi tevkariya saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan heqîqet were eşkerekirin.

Em careke din li ber berxwedana bi rûmet a Seyîd Riza û cangoriyên Qirkirina Dêrsimê, hemû cangoriyan bi bîr tînin.”