Li Dêrikê 2. Konferansa Jinên Ciwan
Li Dêrikê 2. Konferansa Jinên Ciwan
Li Dêrikê 2. Konferansa Jinên Ciwan
Konfransa 2. a Jinên Ciwan li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya sedan jinên ciwan destpê kir. Konferans dê 2 rojan bidome.
Konferans îro saet di 09.00’an de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre vekirina konferansê bi gotinên Koma jinên Bilind (KJB) ve hate kirin û konferans li hemû jinên kurd û bi taybet jinên ciwan hate pîrozkir.
Dîwana birêvebirina konferansê ji 5 endaman hate hilbijartin. Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan domkir. Piştî xwendina perspektîfan, endama Kordînasyona Jinên Ciwan Nûda Tolhildan axivî. Tolhildan, bal kişand ser berxwedana jinên ciwan di nava şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, her wiha rola jinan di nava hemû beşên civakê de. Piştre peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate xwendin.
Konferans bi peyamên Yekîtiya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, PYD, SZK, Asayîş, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger,
Dayikên Aşitiyê dewam kir. Di peyaman de Konferanas li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên ciwan hate pîrozkirin.
Piştî xwendina peyaman, Endama Kordînasyona Rêxistina Jinên Ciwan Sema Sarya li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê kirin, geşedanên dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî.