Li Dêra 12 Hewariyan îbadet nayê kirin!

Li Dêra 12 Hewariyan îbadet nayê kirin!

Li Qersê, civata Ermeniyan a dixwaze li Dêra 12 Hewariyan a ku veguheriye Mizgefta Kumbetê ayînê bikin, dixwazin astengiyên li pêşiya îbadetên hindikahiyên ji baweriyên cuda bên rakirin.

Dêra 12 Hewariyan a ku weke 'Ayasofya' ya Kurdistanê tê binavkirin, piştî ku veguherandin mizgeftê destûr nayê dayîn ku civata Ermeniyan lê ayînê bikin. Lîderê Rûhanî yê Dêra Wanê Vahît Yildiz da xuyakirin ku tev xala 'Her civata ji her baweriyê, li îbadetxaneyên xwe dikarin li gorî baweriya xwe îbadetê bikin' a li Peymana Medîne jî, ev yek tê astengkirin û destnîşan kir ku pêwîste hemû îbadetxaneyên baweriyên etnîkî bên radestkirin û ji îbadetê re bên vekirin.

Yildiz ragihand ku ew pê diêşin Dêra 12 Hewariyan a li Qersê weke mizgeftê bimîne û got, "Bi dîtina min, di sedsala 21'an de astengiyên li pêşiya baweriyên etnîkî nayên qebûlkirin. Em dixwazin rayedar di vê mijarê de bêtir hestyar bin. Civata me ya di roja îro de dixwaze li Dêra 12 Hewariyan îbadetê bike, mixabin hînê li astengiyên wezîfedarên diyanetê rast tên. Ew der ne mizgeft e, dêr e. Li îbadetxaneya me ku zêdeyî hezar sal e dêr e, mîna her civakê em jî dixwazin îbadeta xwe bikin."

KURDISTAN MALA HER KESÎ YE, AZADIYA BAWERIYÊ NABE BÊ BISÎNORKIRIN

Endamê Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê Eyup Guven jî diyar kir ku mafê kesî nîne mafê îbadetê yê civata Ermenî li îbadetxaneyên wan ji dest bigire û destnîşan kir ku destdanîna ser perestgehên civatên din ên baweriyan, nayê qebûlkirin. Guven got, "Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê jî bi heman nêrîn û hestiyariyê tevdigere. Ji kîjan bawerî û etnîkê be bila bibe, divê ti kes xwe weke mêvan, biyanî yan jî çavdêrekî nebîne. Kurdistan mala her kesî ye û li vê malê her kes xwedî mafên wekhev in. Der heqê malê û hundirê malê de her kes xwedî heman berpirsyariyê ye. Kurdistan temînata jiyana bi hev re ya gelan a di nava aştiyê de ye. Dizîna perestgeha baweriyeke din, ji bilî bêhurmetiya li baweriya xwe, nayê ti wateyê."

Nivîskar Guven ragihand ku li cîhana global bûye mafên îbadetê yên mirovan ji dest hatine girtin û anî ziman ku ji ber helwesta wezîfedarên diyanetê yên li Qersê, mirov nikarin perestgehên xwe jî ziyaret bikin.

LI SER NAVÊ OL NÎJADPERESTÎ TÊ KIRIN

Guven bal kişand ser dîroka Dêra 12 Hewariyan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev berhema girîng dêreke Ermenî Gurcu ya li ser navê 12 hewariyên Îsa Mesîh di sala 937'an hatiye çêkirin û navê 'Dêra Hewariyan' lê hatiye kirin e. Di nava dîrokê de çend caran dest guhertiye, çend caran bi xeteriya hilweşandinê re rû bi rû maye. Herî dawî di 15'ê Tebaxa 2005'an de ji aliyê komeke ji Ermenîstanê hat ve hat ziyaretkirin, lê belê kom ji aliyê meleyê mizgeftê ve jê hat derxistin. Komê xwest li derve li ber dîwarê dêrê ayînên xwe dewam bike, lê belê destûr ji vê re jî nehat dayîn û ayîn nîvco hat hiştin. Di sedsala 21'an de eger li cîhana globalbûyî li ser navê ol ev tişt dikare bê kirin, hingî tiştekî bê gotin nemaye. Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya îbadeta civata Ermen a li îbadetxaneyên wan bên rakirin. Îsal yan jî di salên pêş de pêwîste karibin bên û bêyî rastî astengiyê were, îbadeta xwe karibin bikin."

DÊRA 12 HEWARIYAN 1061 SALÎ YE!

Li gorî dîroknasan; Dêra 12 Hewariyan (Surb Arakelots) di dema Qralê Bagratid ê Ermen Abas ê ku di demên navbera 929-953'an de serdest bû, hat çêkirin. Selçûkiyên ku di sala 1064'an de bajar dagir kirin, dêr veguherandin mizgeftê. Lê belê piştî ku Selçûkî vekişiyan, mizgeft vala ma.

Piştî ku Qers di sala 1579'an de ket destê Osmaniyan, navê Dêra 12 Hewariyan vê carê kirin Mizgefta Kumbet. Piştî ku bajar li dû 298 salan ket destê hêzên Rûs, Mizgefta Kumbet careke din bû dêr û di vê demê de weke 'dêra sereke ya qelehê' hat binavkirin.

Dêra ku heta sala 1964'an terikandî ma, di nava vê demê de weke depoya benzînê hat bikaranîn. Dêra ku ji qedera xwe re hat terikandin, veguherî  cihekî mirovên tiryak. Dêr di 24'ê Hezîrana 1964'an de di bin sîwana karmendiya muze û parastina berhemên berê ku pişte veguherî Muzeya Qersê, weke muze xizmet da. Piştî ku muzeyê di sala 1978'an de cih guhert, dêr heta sala 1993'an hat terikandin.

Midûriyeta Giştî ya Weqfan di sala 1993'an de dê radestî Serokatiya Karên Diyanetê kir. B vî rengî dêr piştî 70 salan ji nû ve weke mizgeftê hat bikaranîn. Tê gotin ku ji ber dêra veguheriye mizgeftê li derveyî navenda bajêr e, civateke lê îbadetê bine, nîne.