Li Darmstadtê çalakiya 'NA' didome
Di çarçoveya referandûmê de çalakiya standa ku li Darmstadtê hatî despêkirin didome.
Di çarçoveya referandûmê de çalakiya standa ku li Darmstadtê hatî despêkirin didome.
Li bajarê Elmanya Darmstdatê, çalakiya standa ku têkildarî referandûmê hatî destpêkirin berdewam dike.
Standa 'NA' ya ku li Qafa Lûîesen Platz a Darmstdatê hatî vekirin balê dikêşe ser grevên birçîbûnê jî. Di daxuyaniya hatî dayîn de bal hat kişandin li ser metirsiya mirina girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne û hat daxwaz kirin ku di demekî lez de daxwazên girtiyan pêk werin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dengê NA wê xizmetê ji bo çareseriyê bike û bang li hemû kesî hat kirin ku biçin ser sindoqan.